Îranê artêşên Ewropayê 'terorîst' ragihand
Îranê li hemberî ragihandina Muxafizên Şoreşê weke 'rêxistina terorîst' diyar kir ku wan artêşên welatên Ewropayê hemû weke 'komên terorîst' ragihandin e.
Îranê li hemberî ragihandina Muxafizên Şoreşê weke 'rêxistina terorîst' diyar kir ku wan artêşên welatên Ewropayê hemû weke 'komên terorîst' ragihandin e.
Daxuyanî roja Yekşemê ji aliyê Serokê Meclîsa Îranê Mûhammed bakir Galîbaf ve li Parlamentê hate kirin. Galîbaf got, "Li gorî xala 7'emîn a qanûna li ser tedbîrên li dijî ragihandina Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îslamê weke rêxistina terorê, artêşên welatên Ewropayê hemû weke komên terorîst têne qebûlkirin."
Balkêş bû ku Galîbaf ji bo piştgiriya bi Muxafizên Şoreşê, li meclîsê unîformaya vê rêxistinê li meclîsê li xwe kir. Hîn agahiyeke şênber nehate parvekirin ku ev biryar wê li qadê encameke çawa ya şênber bi xwe re bîne.
TRUMP: ÎRANÎ MUZAKEREYÊ DIKIN
Li aliyê din, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump di hevpeyvîneke xwe de ku ji bo Fox Newsê axivî, îdîa kir ku Îran bi DYE'yê re di nava danûstandinê de ye.
Trump got, "Îranî muzakereyê dikin" û anî ziman ku ji ber hincetên ewlekariyê ew ê nikaribe planên xwe yên leşkerî bi mutefîkên xwe yên li Kendavê re parve bike. Trump dubare ku têkildarî peymana nukleerî ji Îranê re ûltîmatom hatiye dayin.
Trump roja Şemiyê di daxuyaniyeke din de diyar kiribû ku Îran bi DYE'yê re hevdîtinê dike û got, "Bi me re diaxivin, em ê bibînin bê wê karibin tiştekî bikin an na."
Trump ragihand ku DYE li Rojhilata Navîn xwedî gelek keştiyên şer e û di mijara operasyoneke leşkerî ya gengaz a li hemberî Tehranê de helwesta xwe ya nediyar dewam kir.
PEZEŞKIYAN: ŞER NE BI KÊRÎ ÎRANÊ TÊ NE JÎ BI KÊRÎ DYE'YÊ
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî bi telefonê bi Serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sîsî re axivî û diyar kir ku şer ne bi kêrî Îranê tê ne jî bi kêrî DYE'yê.
Pezeşkiyan got, "Komara Îslamê ya Îranê ti carî daxwaza şer nekiriye û di wê baweriyê de ye ku şerekî rû bide ne bi kêrî Îranê, ne bi kêrî DYE'yê ne jî bi kêrî herêmê tê."